Gerstêra Erdê,
ma gelo kesek li wir heye?

Em çalakvanin Sûrî yî aştîxawz in.'' Gerstêra Sûrayayê'' kampanya me ye, da ku mirov li seranserî cîhanê bi me re hevkar û beşdar bin bo daxwaza rawestandina tundûtûjiyê.

Tevlî bangewaziya çalakvanên aştîxwaz ên cîhanî bo rawestandina bermîlên teqînok û yekrêzkirina Sûryayê li paş serkirdeyin nû, bibe.

Email address is required

Please enter a valid email address

Tevlêbûna te di kampanya me de me dilxweş dike, ji te re hin tiştên ku tu aniha dikarî/e bike.

Vê bangewaziyê li ser Facebook û Twitterê parve bike

Li E-Peyama xwe vegere, li wir hin agahiyên girîng hene.

Çima Gerstêra Sûryayê?

Yekem, em hest dikin ku hemû danûstandinê bi me re dikin wekû em ji gerstêreke din bin! Tevî em di wê baweriyê de ne jî ku mafên em dixwazin heman mafên ku divê hemû mirov li seranserî cîhanê pê şa bibin, her wisa em hevkariya her mirovekî ji bo mafên xwe(li ser rûyê vê Gerstêrê) dixebite, dikin, lê belê xwestekên me yên azadî û demokrasiyê bi rengekî neasa û biyan tê dîtin!

Duyem, ji ber ku destpêkirina me bi şoreşeke aştiyane, ji hêla rêjîma Esed ve, bû cengeke cîhanî ku 87 dewlet li seranserî cîhanê agirê wê gurr dikin, ew mîna tundiyeke ku bi nûnertî di navbera hêzên herêmî û yên navdewletî de dibe, û destek û piştgiriyê ji hemû aliyan werdigre.

Dawî, ji bo rawestandina tundûtûjiyê, pêdiviya me bi hevkariyeke navdewletî yî rasteqîn heye, ku hemû çalakvan li seranserî cîhanê li bangewazî û daxwazên hevtayên xwe yên Sûrî guhdar bikin, û bi wan re hevkar û piştgir bin. Pêdiviya me bi vê piştgirî û destekdayinê, ji bo gihandina deng û daxwazên me bi çêkerên biryaran û xwedan desthilata ku bi bandorin li ser jiyan û paşeroja me.

Em çi divên?

Îro li Sûryayê binpêkirinin giran li mafên mirovan dibin, ta îro bêtir ji 200000 mirov hatiye kuştin, deh milyon kes-bi qasî nîvê şêniyan- neçarbûne ku xaniyên xwe berdin, her wisa bi sed hezaran ji girtiyên siyasî, ji bilî ku bêtir ji 200 hezar mirov di bin dorpêçkirina hovane de dijîn bê ku av û xwarin û derman bigihêje destê wan. Em divên bi hev re bo rawestandina wan hemû tiştan bixebitin, lê belê em îro hevkariya navdewletî bi xwe re, ji bo pêkanîna du tiştan dixwazin: Yek, rawestandina êrîşên asîmanî û bermîlên teqînok ên ku rêjîma Esed dibarîne, ya duyem, danûstandinin ku hemû aliyên nakokiyê di Sûryayê de û piştgirên wan ên navdewletî, bicivînin. (Daxuyanî bi temamî li jêr e)

1

Çima rawestandina bermîlên teqînok?

Tundûtûjî ji jêderên sitemî û nebedîbûna dadmendiyê ye. Ji çekên herî wêranker bo mirovên sivîl ên sûrî, bermîlên teqînok in. Û ew bermîlin neftê yî kevin in, rêjîm wan tijî teqemenî û pîjikên ji hesin û xurdeyan dike, û ji balefirên hilîkopterê û ji bilindahiyekê ne bêtirî çar kîlometereyan ve tenê, têne avêtin, û bi lezbûn bi ser mal û nexweşxane û dibistanan ve dibare.

Encûmena Ewlekariyê bi giştî û ji nêzî salekê ve qedexe kir ku rêjîma Sûriyayê bermîlên teqînok bibarîne, lêbelê ew tişt ti guhertin peyda nekir. Her wisa ji dema ku biryara Encûmena Ewlekariyê /hejmar 2139/dîrok 22 sibata 2014 an hate morkirin, bêtir ji 2000 zarokan hatine kuştin.

Gellek ji me li dijî destêwerdana leşkerî li Sûryayê ne, lêbelê di meha êlûna 2014 an de Hevbenda Navdewletî bi serkêşiyia Emerîkayê rêxistina '' DAIŞ'' ê li welatê me bombebaran kir, ev yek dijbertiyekê nîşan dide ku di heman devera DAIŞ kuştin û wêraniyê dike, balefirên rêjîma Esed bi êrîşên asîmanî sivîlan dikuje û bombebaran dike. Gereke civaka navdewletî daxwazên xwe bi pabendkirina rêjîmê bo rawestandina bermîlên teqînok û êrîşên asîmanî, bidomîne, ger ev yek bi ferzkirina herêmeke asîmanî dij-agir be jî.

2

Hevaxavtinin aştiyane î rasteqîn:

Çareseriyek leşkerî bo nakokiyê li Sûriyayê tune ye.

Em hevaxavtinin aştiyane yî birra, ku hemû aliyên nakokiyê di Sûriyayê de bicivîne û bi destekdaneke xurt ji civaka navdewletî, dixwazin.

Aliyek bi tena serê xwe ku bikaribe Sûriyayê bi yek bike, tune ye. Gellek sererastkirin û daşikandin ji her aliyekî beşdar di nakokiyê de, tê xwestin ku pêşkêş bike da serkirdeyên Sûriya ya nû dest bi avakirina paşaroj a welat bikin. Em hêvî dikin ku hêdî hêdî vegerin rewşa lêborîn û hevjiyana ku bi hezarên salan me nas dikir, û bi alîkariya hevalbendên xwe yên rasteqîneyî, Sûriyayekê baştir ji berê ve ava bikin.

Em dikarin çi bikin?

Em ji Sûriyayê hez dikin, û divên ji we re li ser biaxivin, divên li seranserî cîhanê tevneke pêwendiyan, bi kesin ku hestên mirovane yî hevpar bi me re, bikin, û dixwazin berevaniyê di ber wê de bikin.

Hevkariyeke navdewletî divên, ji ber ku hikûmetên dunyayê me dixapînin, û rêya bi tenê bo çareserkirina vê helkewtê ew e ku welatiyên wan hikûmetan tevbigerin û dengên xwe hildin. Wek vê hevkariyê bi kesin ku mîna te ne dest pê dike!

Em divên ku dengên me bi gelemperî bigihêje çêkerên biryaran û xwedan desthilatariyê li seranserî cîhanê, û her wisa kesên ku bikaribin bermîlên teqînok rawestînin û piştgiriya hevaxavtinên aştiyê bikin. Lê pêdiviya me heye ku hijmara me pirrtir be, û dengê me bilintir û xurtir be.

Ana tiştê ku tu dikarî bikî, ev e:

Ev Daxuyanî ji hêla rêxistin û kombendên Sûrî yî aştiyane ve yên li jêr morkirine, hate piştgirtin:

Daxuyaniya kampanyayê
  • Ainmaa
  • Aleppo Revolutionary Union
  • Alnabaa Press
  • Amuda Youth Center
  • Arta for Communication and Solidarity
  • Ashti Center for Peace
  • Ashti Organization for Monitoring and Documentation
  • Aso Society for the Resistance of Violence Against Women in Syria
  • Association of Jaladat Baderkhan
  • Assyrian Youth Coordination Committees
  • Azaz Media Center
  • Azaz Youth Authority
  • Badael
  • Basmat Aml
  • Be Free
  • Bidayaat
  • Blossom Center
  • Build It Right
  • Center of Women in Qamishli
  • Chaouichka Association
  • Daa Basmatak
  • Damascus Centre for Human Rights Studies (DCHRS)
  • Dawlaty
  • Eridu Center for Civil Society and Democracy
  • Evren Kurdish Women Organization
  • Fatiri Shbab Association
  • For you
  • Free Kurdish Women's Organization
  • Free Lawyers of Aleppo
  • Free Revolutionary Women of Daraa
  • Ghiras Project
  • Helen Association for Children
  • Insan Foundation
  • Intellectuals to Build Syria
  • Kurdish Intellectuals' Association
  • Kurdish Organisation for Human Rights in Syria
  • Kurdish Women's Union
  • Kurdish Women's Union - Syria
  • Lat Group for Art
  • Local Coordination Committee - Atareb and surrounding areas
  • Local Coordination Committee - Sheikh Hdid
  • Magic Caravan
  • Mandela House
  • Mazaya Center for Women
  • Mercy Association
  • Movement for Peaceful Revolution
  • Nabni
  • Najda Now
  • Nawroz Centre
  • Observatory for Monitoring and Evaluating Syrian Development
  • Office legal documentation in Hama
  • Raqeeb Human Rights Committee
  • Ronak
  • Sawa Youth Organization
  • SCSHR (Syrian Centre for Studies and Human Rights)
  • Sharmoula Group
  • Shining Tomorrow Centre
  • Slav Center for Civil Activies
  • Soryana Al Amal
  • Sound and Picture
  • Sout Raya Radio
  • Spring Syrian Center for Development and Training and Qualification
  • Steer Association
  • Students and Youth Democratic Union of Kurdistan
  • Suryana
  • Syrian Civil Youth Organization
  • Syrian Network for Human Rights
  • Syrian Non-Violence Movement
  • Syrian Women for a Citizen's State Organization
  • Syrian Youth / COSV
  • Tel Abyad Forum for Civil Society
  • The Day After
  • Together for Amouda
  • Union of Free Syrian Sutdent
  • Violations Documentation Centre in Syria
  • Women Now for Development
  • Women's Democracy Network
  • Youth Forum Organization
  • Zelal Centre for Arts
  • Anonymised for security reasons

  • Anonymised for security reasons - Deir Ezzor

  • Anonymised for security reasons - Deir Ezzor

  • Anonymised for security reasons - Deir Ezzor

  • Anonymised for security reasons - Idleb

  • Anonymised for security reasons - Daraa

Hevkariya Navdewletî

Kombendên ne sûrî ji dewletên cîhanê bo piştgiriya kampanya ya me, li ser daxuyaniyê morkirin. Ger tu nûnertiya çi kombendeke''neçekdar'' û nehikûmî dike, em dilxweşiya xwe bi tevlêbûna te bi me re, di barê morkirina li ser vê daxuyaniyê de, pêşkêş dikin.

  • Adopt a Revolution
  • Aid 2 Syria - Pakistan
  • ARCI Amari
  • Avaaz
  • Bridge of Peace Syria
  • CANDLES Holocaust and Education Center
  • Carl Wilkens Fellowship
  • Citizen Diplomats for Syria e.V
  • EF International Academy
  • Freie Deutsch-Syrische Gesellschaft
  • GAIA SCI Kosovo
  • Globally United
  • Hellas
  • Hivos - Humanist Organisation for Cooperation with Developing Countries
  • Human Rights & Democracy Media Center - SHAMS/Palestine
  • I Know My Rights - IKMR
  • IFGD
  • International Alert
  • International Trade Union Confederation (ITUC)
  • Irish Syria Solidarity Movement
  • Jesus Leprosy People Service Centre
  • Karam Foundation
  • Kennesaw State Student Union for Peace & Human Rights
  • Kudirat Initiative for Democracy (KIND)
  • MADRE
  • Merseyside Syria Solidarity Movement
  • Montreal Institute for Genocide and Human Rights Studies
  • Mosaic Inituitinve for Syria
  • Nigerian Women Trust Fund
  • North American Youth Section
  • Nyein/Shalom Foundation
  • Oxford for Syria
  • PATRIR
  • PAX
  • Pax Christi Britain
  • Pax Christi International
  • Potohar Mental Health Association (PMHA)
  • Rethink Rebuild Society
  • Stop Genocide Now
  • Students Organize for Syria
  • Synergy-Takamol
  • Syria Solidarity Movement UK
  • Syrian American Council
  • Syrian Christian For Peace
  • SyriaUntold
  • Syrien - was kann ich tun?
  • The Syria Campaign
  • Volunteers' Centre of Vojvodina SCI Serbia
  • Wake Up Genève

Çawa me amadekariya kampanya''Gerstêra Sûyryayê'' kir

Di meha çileya paşîn ji sala 2014 an de, komeke ji çalakvanên sûrî û ne sûrî yî nerazî û bi sedema xebatên bo rawestandina tundiyê, civiyabûn. Me rapirsînek bi rêya hevdîtina bi 277 çalakvanên sûrî yî xuya re ji seranserî Sûryayê, çêkiribû, bi mebesta ku em kampanya ya xwe bi xwestekên wan ve û bi giranî, girê bidin, piştre me reşnivîsa daxuyaniya kampanyayê li gor encamên rapirsînê, saz kir, di pê re me têkilî bi kombendin sûrî re kirin'' ger amade bin'' bo ku navên wan li bangewaziya kampanyayê zêde bikin. Em nabêjin ku em nûnertiya hemû sûriyan dikin yan jî hemû çalakvanên aştîxwaz, ji ber ku ev yek ne rastiye û em nakin. Lê tiştê ku me kiribû ew bû, me hewl da şêwazek bi bawerî û rewa bikar bînin. Ev kiryar astengiyek li pêşber me hemûyan bû, lê em di wê baweriyê de ne ku hevkariya zelal û dilsoz ji me dixwaze ku em li wan kesên wek xwe û yên helkewtê- wekû li ser erdê- dinasin, guhdar bikin, hêviya me ew e ku tu jî wisa be.